Li mizgeftan amadehiyên Remezanê

Mizgeftên li Muşê bi hevkariya peywirdar û welatiyan hatin paqijkirin

Li mizgeftan amadehiyên Remezanê

Ji meha Remezanê re rojek ma. Loma haziriyên li mizgeftan jî tên kirin. Li Mûşê bi hevkariya peywirdarên olî û welatiyan mizgeftên li navendê yek bi yek hatin paqijkirin. Hemû mizgeft êdî ji bo nimêja terawîhan amade ne.

Dema Remezan bê gotin yek ji îbadetên meha pîroz nimêja terawîhan jî tê bîra mirovan.

Lewra di terawîhan de hemû mizgeft tije dibin.

Li hemû bajarên welêt ji ber vê yekê jî amadehî tên kirin.

Her wiha li Mûşê jî bi hevkariya peywirdarên olî û welatiyan hemû mizgeftên navendê yek bi yek hatin paqijkirin.

Êdî mizgeftên li navenda bajêr ji Remezanê re amade ne.

Welatî jî bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina rojiyê ne.

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE