Li Mêrdinê bi pêşengiya walîtiyê welatiyên astengdar şano lîstin. kêfa gel pir ji şanoyê re hat. di skeçê de pirsgirêkên jiyana astengdaran hatin nîşandin.
Li Mêrdinê walîtiyê û komeleya astengdaran bi hev re bernameyek li dar xist.
Li gorî bernameyê komeke astengdaran şanoyek lîst.
Lîstika şanoyê li Zanîngeha Artukluyê hat lidarxistin.
Lîstikvan tev astengdar bûn lê ji bo wan astengî tunebû.
Mijara şanoyê pirsgirêkên jiyana wan bûn.
Astengdaran zehmetiyên jiyana xwe bi şanoyê nîşanî gel dan.
Gelê Mêrdînê eleqeyeke zêde nîşanî lîstikê da.
Şanoya astendaran ji saetekê zêdetir dewam kir.