Li Midyada navçeya Mêrdînê gustîlk, sîkke û objeyên ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, hatin destserkirin.
Di encama xebatê sîxurî yên ekîbên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê de, xeber hat hat ku dê A.Ç û V.H yên ku li Şirnexê rûdinin, sewqiyata hejmareke gelek sîkke û objeyên ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, bikin.
Di lêgerîna nav wesayita ku dê sewq pê bikira de 1250 sîkke, 72 gustîlk û 17 objeyên ku tê nirxandin berhema dîrokî ne, hatin destserkirin.
Karûbarên A.Ç û V.H yên ku hatin binçavkirin li cendirmeyê didome.AA