kevaniyên Mehserta Mêrdînê ji pûşên genim selik û xemlên malan çêdikin. 12 jinên ku diçin kursa midûriya perwerdeya gel bi berhemên ku çêdikin him pereyan qezenc dikin him jî hînî hesirkariyê dibin.
Ji pûşên genim selik, zembîl, qufik û xemlên malan çêdikin.
Li Mehserta Mêrdînê ji bo jinan kursa hesirkariyê hat vekirin.
12 jinên ku diçin kursê bi pûşên genim selik, zembîl, qufik û gelek xemlên malan çêdikin û difiroşin.
Kebaniyên ku beşdarî kursê dibin, him ji berhemên ku çêdikin pereyan qezenc dikin him jî bi hev re wext derbas dikin.