Li Mîdyada navçeya Mêrdînê minîbus wergeriya û 3 kes mirin, 14 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, minîbusa ku ji Bidlîsê hat Mîdyadê û plaqa wê 21 GP 428 e, li ser rêya Mîdyad û Mêrdînê di kîlomêtreya 13em da wergeriya şarampolê.
Di qezayê da 3 kesên ku nasnameya wan hê ne diyar e mirin, 14 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
AA