Li Mîdyata navçeya Mêrdînê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 4 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji emniyetê hat dayîn, xebatên tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr yên dijî deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên DEAŞa rêxistina terorê berdewam in.
Tîman di vê çarçoveyê da li navçeya Mîdyatê operasyon bir ser hin navnîşanan. Di operasyonê da S.Î, B.Î, A.Y û Î.E.A şikbar hatin binçavkirin.
Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dike.