Li Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 19 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Midûriyeta Ewlekariya Mêrdînê ji bo derdestkirina kesên di qaşo "Meclisa Taxê û Meclisa Bajarokê ya Artukluyê" ya ji bo "xweserî û xwerêvabirinê" hatibûn avakirin da li ser navê PKKyê xebatan dimeşînin û di avakirina van meclisan da wezîfe hildane operasyon da destpêkirin.
Di operasyona hemdem da 19 kesên ku di nav wan da Musa Alkanê Serokê Bajêr ê HDPyê yê berê, Aysel Erola ji rêvebirên bajêr a berê, Semîre Kurta endama Meclisa Partiyê ya DBPyê, Leyla Bozkurta endama rêvberiya bajêr a DBPyê, Samiye Demira ji rêvebirên navçeyê ya Nisêbînê ya berê jî hene hatin binçavkirin.
Karûbarên şikbaran ên li ewlekariyê hê dewam dikin.
AA