Li Qosera Mêrdînê, mamoste, xwendekar û malbetên xwendekaran ên Dibistana Zubeyde Xanimê bi çalakiyekê bal kişandin ser paqijiya derdorê.
Çalakvanan lepikên xwe kirin destên xwe û ji derdora dibistanê dest bi paqijiyê kirin.
Pişt re jî li kolan û parkan geriyan û çopên li derdorê berhev kirin.
Li Derika Mêrdînê jî komek ji bo balê bikşîne ser paqijiya derdorê çû Sûlava GAP’ê.
Komê li Sûlava GAP’ê çop berhev kir. Kesên tên serdana sûlavê, ji bo derdora xwe paqij bihêlin hişyar kirin.
Welatiyan çopên ku berhev kirin xistin nav poşetan û danîn cem konteynirên çopê.