Li Mêrdînê par bi bihayê bi qasî milyarek dolarî îxracat hat kirin

"Ji sedî 33yê îxracata ar, ji sedî 23yê îxracata savar û ji sedî 10ê îxracata maqirneyê yên Tirkiyeyê ji herêma me tê kirin"

Li Mêrdînê par bi bihayê bi qasî milyarek dolarî îxracat hat kirin

Li Mêrdînê par bi bihayê 958 milyon dolarî îxracat hat kirin.

Li bajarê ku bi qasî 3 milyon dekar erdê çandiniyê lê heye, bi saya alîkariyên tên dayîn, veberhênanên avê û sepanên teşwîqê va pîşesazî pêş ket û di encama vê da jî îxracat zêde bû.

Herêma Pîşesaziya Organîze (HPO) ya Mêrdînê bi berhemên ku hildiberîne yên wekî ar, savar û maqirne va piştevaniyê dide îxracata Tirkiyeyê.

Ji xeynî van berhemên tekstîl, înşeat, kozmetîk û paqijiyê yên ku li HPOya Mêrdînê tên berhemanîn jî ji sedî 80yê wê bo welatên Rojhilata Navîn tên şandin.

Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya HPOya Mêrdînê Nasir Duran ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, 140 kargehên feal ên li HPOyê bi piranî berhemên wekî ar, savar, maqir û her wiha alavên înşeatê berhem tînin.

Duyan her wiha got ku ji xeynî van 30 fabrîqe jî hene ku li gorî demsalê, berhemanînê dikin û di van fabrîqeyan da 6 hezar kes îstixdamkirî ye.

Duyan bal kişand ku veberhênan didomin, di vê çarçoveyê da li bajêr dê HPOyeke duyemîn were avakirin ku amadekariyên binesaziya vê jî li ber kutabûnê ne.

Duyan diyar kir ku digel şewba Kovîd-19ê wan tedbîrên xwe zêde kirin û her wiha ji ber ku pîşesaziya wan bi giranî li ser xidayê ye, îxracata wan dewam kir û wiha got:

"Îxracata me li gorî sala par zêde bû. Ji sedî 33yê îxracata ar, 23yê îxracata savar û 10ê îxracata maqirneyê yên Tirkiyeyê ji herêma me tê kirin. Me sala 2020an bi 904 milyon dolarî temam kir. Di sala 2021ê da jî bi bihayê 958 milyon dolarî îxracat pêk hat. Heger em bi qapasîteya tam bixebitin, em ê bi hêsanî bigihîjin milyarek û 300 milyon dolarî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE