Li Mêrdînê pirsgirêka otoparkê tê çareserkirin

Ji bo otobusên tûran qada parkê tê çêkirin.

Li Mêrdînê pirsgirêka otoparkê tê çareserkirin

Mêrdîn bajarekî dîrokî ye û her roj gelek tûrîst tên serdana van deran. Li bajêr pirsgirêka parkê ya otobusên tûran hebû. Niha ew pirsgirêk tê çareserkirin. Li ber bajarê dîrokî qada vala dibe qada parkê.

Ji aliyê çand, dîrok, bîr û baweriyan ve Mêrdîn bajarekî qedîm e. Her sal bi hezaran tûrsît tên bajêr.

Ji aliyê tûrîzmê ve pirsgirêka bajêr ew e ku cihê parkê yê otobusên tûran kêm e. Lê ew pirsgirêk jî tê çareserkirin.

Şaredariya bajêr li ber bajarê dîrokî qadeke vala amade dike ku ev der wê wekî otoparka otobusên tûran were bikaranîn.

Li vê qadê di heman demê de 200 otobus wê bikaribin park bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE