Li Mêrdînê projeya ji bo mehkûmên ciwan

Beşên cuda yên huner û sporê dan nasîn, bi wan re lîstin

Li Mêrdînê projeya ji bo mehkûmên ciwan

Li Mêrdînê xwendekarên zanîngehê çûn serdana mehkûmên ciwan, beşên cuda yên huner û sporê dan nasîn. Bi vê projeyê tê xwestin, ciwanên ku hatine hepskirin dîsa tevlî civakê bibin û wextê xwe bi tiştên baş derbas bikin.

Zineata ebruyê, tenîs, dart, golf û hin beşên din ên sporê..

Ciwanên ku tevlî projeyên Wezareta Werzîş û Ciwaniyê bûn, çûn serdana Hepsa Mêrdînê..

Ciwanan zineat û sporên cuda bi hemsalên xwe dan nasîn..

Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê Ehmed Beltaşî jî piştgirî da projeyê.

Serdozgerê Komarê yê Mardinê Ahmet Bektaş:Bi serdanên hepsxaneyan em dixwazin kesên ku hatine vir rehabîlîte bikin û wana dîsa tevli civakê bikin. Armanca me ne cizadayîn e. Ji bo vê yekê jî em her tim projeyên bi vî rengî li dar dixin. Her wiha me di vê bernameyê de belgeya spasiyê da personelên hepsa ku 25 salên xwe qedandin.

Ciwanên ku ji ber sûcên cuda ketine hepsê, bi saya projeyên bi vî rengî ji civakê dûr nakevin û spor û huneran nas dikin.

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE