Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li çil û çiyayên Savura navçeya Mêrdînê 5 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku operasyona Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li çil û çiyayên Savurê dewam dike.
Hat ragihandin ku di operasyonê da 5 terorîst hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon dewam dikin.
Li Şirnexê 2 terorîst hatin berterefkirin
Di operasyona li Silopiya navçeya Şirnexê dewam dike da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku operasyona ji bo li texma Çemê Şelalê ya li Kosreliya gundê Silopiyê ewlehiya xebatkarên Şiriktiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) pêk bînin, terorîstên PKKyî yên tên nirxandin ku li herêmê ne berterefkirin dabûn destpêkirin, dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di pevçûnê da 3 esker şehîd bûn û wiha hat gotin: "Fermandariya Cendirmeyên Bajêr 2 terorîstên hat tesbîtkirin di amadehiya çalakiyê da ne jî tev di nav rojê da bi tevahî 3 terorîst berterefkirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyon hê dewam dike.
AA