Li Mêrdîn û Şirnexê çûyîn û hatina daristanan hat qedexekirin

Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa meteorolojîk a li herêmê lazim kir ku çûyîn û hatina daristanan hildin bin kontrolê. Di vê çarçoveyê da Komîsyona Têkoşîna Dijî Şewata Daristanê ya Mêrdînê di serokatiya Emre Ozturkê Alîkarê Walî da kom bû.

Li Mêrdîn û Şirnexê çûyîn û hatina daristanan hat qedexekirin

Li Mêrdîn û Şirnexê çûyîn û hatina qadên daristanê hat qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa meteorolojîk a li herêmê lazim kir ku çûyîn û hatina daristanan hildin bin kontrolê. Di vê çarçoveyê da Komîsyona Têkoşîna Dijî Şewata Daristanê ya Mêrdînê di serokatiya Emre Ozturkê Alîkarê Walî da kom bû.

Di civînê da hat diyarkirin ku ji bo tevdîrên çûyîn û hatina daristanan hetanî fermaneke din hat astengkirin. Ji bo xebatên plankirî yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan nesekinin jî kesên li qadên daristanê dixebitin jî ew ê bi kontrol herin û werin. Kesên xwedîkar ew ê di dema herî nêz da xeberê bidin Şeftiya Daristanê ya herî nêz.

- Şirnex

Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê da jî hat diyarkirin ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewatên daristanan da li tevahiyê bajêr çûyîn û hatina daristanan hat qedexekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku qadên seyranê yên li dervayê daristanan serbest in lêbelê çûyîn û hatina daristanan qedexe ye, ji bo xebatên plankirî yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan nesekinin jî kesên li qadên daristanê dixebitin jî ew ê bi kontrol herin û werin.

Wekî mayîn hat destnîşankirin ku kesên xwedîkar dibê di dema herî nêz da xeberê bidin Şeftiya Daristanê ya herî nêz.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE