Li Mêrsinê ji bo 52 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn

Ekîbên ewlekariyê li dijî PKK/KCK/YPG/PYDyê xebat dan destpêkirin.

Li Mêrsinê ji bo 52 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn

Li Mêrsinê di lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da ji bo 52 şikbarên di amadehiya çalakiyê da bûn biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên ewlekariyê li dijî PKK/KCK/YPG/PYDyê xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya xebatan da 52 şikbarên ji TJAya şaxa jinan û DGHya şaxa ciwanan ên amadehî dikirin ku ji bo 15ê sibatê roja girtina serkêşê rêxistina terorê çalakiyê bikin hatin tesbîtkirin.

Ekîban bi piştgiriya polêsên herekata taybet va ji bo derdestkirina 52 şikbaran operasyon kir.

Di operasyonê da polêsan deriyên malan bi daran şikênandin û vekirin li kuçeyan tevdîrên ewlehiyê hildan paşê li navnîşanên şikbaran geriyan.

Di çarçoveya operasyonê da hin şikbar hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE