Li Mêrsinê terorîstê teslîm bibû û birayê wî hatin ba hev

Li Mêrsinê terorîstê teslîm bibû û birayê wî hatin ba hev

Li Mêrsinê terorîstekî endamê PKKya rêxistina terorê yê bi qanîkirina polêsan teslîm bibû bi birayê xwe ra hat ba hev.

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku O.D.yê di sala 1992yan da tevlî PKKya rêxistina terorê bû û ji ber endamtiya rêxistina terorê lê digeriyan teslîmî hêzên ewlekariyê bû.

Rayedaran li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya karûbarên terorîst lê didewam dike terorîst û birayê wî anîn ba hev.

O.D. di zyaretê da axivî, got bi propagandaya rêxistina terorê xapiya û derkete çiyê û wiha pê da çû:

"Jiyana li wê derê zor e. Her roj bi mirinê ra rû bi rû dimînin. Çend caran min nêt kir ku teslîm bibim lêbelê endamên rêxistinê gotin, 'Neçin. Komara Tirkiyeyê ew ê we bigre, êşkenceyê bike, biavêje zîndan û girtîgehê û hûnê heta hetayî di hundir da bimînin.' Min bi wan bawer nekir. Em bi hewla personelên ewlekariya Mêrsinê û soza wan hatim. Wekî ku rêxistinê digot min êşkence nedît. Wekî malbatê nêzî min bûn. Gelekî kêfxweş im. Ji her kesên vê derê ra sipas dikim."

O.D. got piştgiriyê dide dayikên Diyarbekirê yên nobeta ewladan digrin û wiha axivî: "Ez ji dayikên Diyarbekirê ra jî silavê dişînim. Piştgiriyê didim têkoşîna wan. Înşaellah ew ê jî di dema herî nêz da bigihîjin ewladên xwe. Ew jî wekî min şa bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE