Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li navçeyên Mêrsînê Toroslar û Akdenizê, 6 terorîst hatin binçavkirin ku hat tesbîtkirin, wekî bersiva Operasyona Pence-Kilîtê dixwestin bi mekanîzmaya teqemeniya destçêkirî va çalakiyê bikin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Mêrsînê duh li navçeyên Mêrsînê Toroslar û Akdenizê xebata deşîfrekirina çalakî û fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê hat kirin.
Di vê çarçoveyê da 6 terorîst bi operasyonên hevdem va hatin binçavkirin ku hat tesbîtkirin, wekî bersiva Operasyona Pence-Kilîtê dixwestin bi mekanîzmaya teqemeniya destçêkirî va çalakiyê bikin.
Di lêgerînên navnîşanên terorîstan da gelek alavên dijîtal hatin bidestxistin.
AA