Li Mêrsînê komkirina alûceya Maltayê dest pê kir

Li Mêrsînê komkirina alûceya Maltayê dest pê kir

Li Mêrsînê komkirina alûceya Maltayê dest pê kir

 Li Erdemliya navçeya Mêrsînê, alûceya Maltayê ya ku di serayan da tê danîn û ji bo cara ewil hat komkirin, kîlograma wê bi 200 lîreyî derxistin ber firotanê.

Alûceyên Maltayê yên seraya hilberîner Halit Taner ya li Taxa Yuksekê sibehê zû hatin komkirin û di qaseyan da hatin bicihkirin.

Kîlograma alûceyên ku hatin komkirin bi 200 lîreyî hat firotin.

Hilberîner Taner diyar kir ku ew kêfxweş e ku wan dest bi komkirina alûceyan kir.

Taner bal kişand ku îsal ji ber şertên demsalê komkirina berhemê ewil dereng dest pê kir û her wiha qalîte û tama berhemên ewil baş e.

Îbrahîm Damakê bazirgan jî diyar kir, ew ê alûceyên ku wan kîloya wê bi 200 lîreyî sitandin, bişînin parêzgehên Stenbol, Enqere, Îzmir, Qonya û Qeyseriyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE