Li Tersûsa navçeya Mêrsîna otobusa rêwiyan qulibî û 20 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a bi plakeya 33 FS 727an ku di navbera Stenbol-Mêrsînê da seferê dike û navê şofêrê wê hê jî ne diyar e li texma TEM Otobana Damlamayê qulibî.
Di qezayê da ji rêwiyan 20 kes birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Bilez a 112yan kesên birîndar birin nexweşxaneyên Tersûsê.AA