Li Mêrsînê otobusa rêwiyan wergeriya: 37 birîndar

Li ser îxbara mirovên nêzîkî ciyê bûyerê, ekîbên cendirme, polês, îtfaiye û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Li Mêrsînê otobusa rêwiyan wergeriya: 37 birîndar

 Li Silifkeya navçeya Mêrsînê otobusa rêwiyan wergeriya şarampolê û di encamê da 37 kes birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a ku plaqeya wê 27 LM 821 e û sefera Antalya-Gazîentabê dikir, li tanga Kapizliyê serî ji ajokar sitand û wergeriya şarampolê. Otobus dema wergeriya şarampolê, li mînîbusa parqkirî jî qelibî.

Di qezayê da 34 rêwiyên otobusê, herdu ajokar û alîkarê wan birîndar bûn.

Li ser îxbara mirovên nêzîkî ciyê bûyerê, ekîbên cendirme, polês, îtfaiye û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Hin birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê li ser piyan hatin tedawîkirin, yên mayîn jî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silifkeyê.

Ji aliyekî din va kêliyên rûdana qezayê di kameraya ewlekariyê da jî ya kargeheke lir wir, xuya kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE