Li Mûşê ji ber şert û mercên hewayê 20 kes di rê da man û ji hêla ekîbên rêvekirinê va hatin xilaskirin.
Li ser rêya gundê Boskanketê ya ser navendê 10 wesayît ji ber berf û pûkê asê bûn û 20 kesên di wan wesayîtan da ji ekîbên rêvekirinê alîkarî xwestin.
Ekîbên ber bi herêmê va hatin sewqkirin rê paqij kirin û paşê jî wesayîtên di nav berfê da asê bûne xilas kirin. Kesên di rê da mabûn piştî xebateke bizehmet gihîştin gundên xwe.
Çerkez Aktay destnîşan kir ku çawa dît wesayît di berfê da asê bû xeber dan ekîbên rêvekirinê. Aktay got ku ew bi qasî du saetan li wê derê man û ji ekîbên wan xilaskirin ra spas kir.
Alî Riza Tekîn jî got: "Berf pir zêde ye. Operastorê makîneyê pêşiya xwe nabîne. Ekîbên hanê ji bo me hewl dan. Xwedê ji wan razî be."