Li Korkuta navçeya Mûşê 3 miteşebisên cotkariyê dikin li ser eraziyeke 20 donimî santaleke vejenê ya tavê ava kirin ku ji çar paran pareke ceyrana navçeyê ji vir tê peydakirin.
Bakî Kozcu, Cemîl Karayel û Omer Fîlîzê cotkariyê dikin du sal berê qasî 7,5 milyon lire xerc kirin û li ser eraziya Bakî Kozcu ya 20 donimî santralek ava kirin.
Li vir 3 hezar panelên tavê hene ku dikare megavatek ceyranê peyda bike.
Ji sedî 25ê ceyrana navçeyê ji vir tê bidestxistin û armanca wan ew e ku ev santal hê mezintir bibe.
Teknîsyenê ceyranê yê santralê Mehmet Yildirim daxuyand ew vejena ji tavê hildidin vedugerînin ceyranê û feydeya wan digîhêje parastina sirûştê.
Yildirim anî ziman hem ji bo pergala sirûştê xirab nebe û hem jî ji tavê feyde bê dîtin santral hatiye avakirin û wiha axivî: "Em ji her kesî ra tavsiye dikin. Me bi derfetên xwe va 7,5 milyon lire xerc kir û tesîs ava kir. Santrala me ji çar paran pareke ceyrana navçeya Korkutê peyda dike. Armanca me ew e ku em santralê pêşva bibin. Li vir eraziyeke me ya vala heye, em ê panelên xwe daynin li wir û ceyrana xwe bi dest bixin. Em dixwazin nîvê ceyranê em peyda bikin."
AA