Li Mûşê 3 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin

Li Mûşê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 3 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin

Li Mûşê 3 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin

Li Mûşê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 3 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li herêma Şênê operasyon birin ser PKKya rêxistina terorê.

Di operasyona yekîneyên qomandoyan û Herekata Taybet a Cendirmeyan piştgirî danê da 3 sitargehên terorîstan bi kar dianîn hatin tesbîtkirin.

Hat ragihandin ku di lêgerîna sitargehan da pergala temeniyê, tivinga nêçîrê, 40 fîşengên tivingan, 12 kartuşên tivinga nêçîrê, tupê pê teqemeniya destan çêdikin, aku, makîneya sipîralê, 320 xurek, 68 amûrên jiyanê û gelek amûrên tibî hatin girtin.

Sitargeh hatin îmhekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE