Li Melezgirta navçeya Mûşê 4 zarokên ji bo ku xwe hênîk bikin ketin Çemê Muradê xeniqîn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, meleyekê ku li navçeyê wezîfedar û dersa Qur'ana Pîroz dida zarokan xwest seyranê bikin. Mele di vê çarçoveyê da 40 xwendekar dan cem xwe û çûn qeraxê Çemê Muratê.
Li vir hin xwenderekan ji bo ku xwe hênîk bikin ketin Çemê Muradê. Piştî demeke din hin zarok di çemê da ber bi jêr çûn û neşiyan ji avê derkevin. Di bûyerê da 3 zarok xeniqîn û yek jî li nexweşxaneyê mir. 2 zarok jî li çem da wenda bûn.
Piştî bûyerê tîmên AFADê hatin herêmê û ji bo dîtina 2 zarokên wenda dest bi xebatê kir.
AA