Li Mûşê çalakiya malbatan a ji bo ewladên xwe

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê li pêşiya avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê kir

Li Mûşê çalakiya malbatan a ji bo ewladên xwe

Li Mûşê malbatên ku terorîstên PKKyî zarokên wan revandine û ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kir.

Bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe dayikên Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ji bo piştgiriya vê çalakiyê malbat li pêşiya Serokatiya Bajarê Mûşê ya HDPyê civiyan û pankartên ku tê da "Partiya dijminê gel", "Hûn ê ewladên me bidin", "Ha HDP, ha PKK", "Tirk û Kurd bira ne, HDP qeleş e" û "Partiya ku xelkê dixapîne" nivîsandine, vekirin.

 Malbat bi wêneyên zarokên xwe û alaya Tirkiyeyê va dijî HDPyê duruşme berz kirin û bertek nîşanî endamên partiyê da.

Şemsettîn Ozcanê ku kurê wî di 2016an da revandine serê çiyê ji rojnamegeran ra got ku heya ew negihêje kurê xwe, wê çalakiyê bidomînin.

Ozcan daxuyand ku ew kurê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha dewam kir, "Zarokên wan diçin dibistanê, zarokên me dibin çiyê. Ev ji bo çi û ji bo kê zarokan dibin serê çiyê. Bira derkevin meydanê, ez li pêşiya HDPyê me. Zarokên xwe dişînin Ewropayê dibistanê, zarokên me jî çekan didin destê wan. Me pir êş û keder kişand. Haya min ji kurê min tuneye. Ez li Diyarbekirê beşdarî çalakiyê bûm, niha jî li Mûşê çalakiyê dikim."

Şahînaz Ozcanê jî diyar kir, "Min qet xeberek ji kurê xwe nestand. Me çi li wan kiriye. Bira HDP were û ku em neheq bin, bira ji me ra bêje. Heta kurê min neyê ez ê çalakiyê bidomînim." 

Gulbahar Tekera ku kurê wê revandine serê çiyê jî wiha axivî, "Zarokekî min nexweş e, yek li serê çiyê ye. Bira bînin bidin min. Bavê wî tuneye, kesekî wî tuneye. HDP çi ji me dixwaze. Wijdan tune, îman tune. Bira zarokên me bînin, em jî, ji vir rabin û herin. Ev Misilman nînin. Ez natirsin, ez tenê jî bimînim, ez ê çalakiya xwe bidomînim."

- STK û welatiyan piştgirî da malbatan

Yaşar Kokê Serokê Bajarê Mûşê yê Komeleya Kafkasê ya Navneteweyî û hin şêniyên bajêr jî piştgirî da malbatên ku çalakiyê dikin.

Kok daxuyand ku ew ê hewl bidin ku ji vir û şûnda her hefte ligel malbatan bin û wiha dewam kir:

"Dewleta me xurt e. Ji bo ku ev zarokên bigihêjin dayikên xwe û mala xwe, çi ji destê dewleta me were, wê bike. Înşeallah em ê vê terorê, vê qirêjiyê ji vî welatî paqij bikin. Em ê hemû bi hev ra bibin yek. Ji bo vegera ewladên dayikên me, em ê ligel dayikan bin."

Ahmet Balkayayê ku piştgirî da malbatan jî got "Yê ku dibêje ez Tirk im çiqas kêfxweş e. Bira ev ala li her derê ba bibe. Bira ev ala danekeve erdê, dengê azanan ker nebe. Xwedê zewalê nede eskerê me, polêsê me. Ez ji bo piştgiriya dayikan hatim. Bira ewladên malbatan bînin. Ev dewlet ya me hemûyan e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE