Li Mûşê civîn û meş 15 rojan hatin qedexekirin

Li gor daxuyaniya çapemeniyê operasyonên hêzên ewlehiyê yên li welêt û dervayî sînor ên dijî rêxistinên terorê bi serkeftî dewam dikin. 

Li Mûşê civîn û meş 15 rojan hatin qedexekirin

Li Mûşê daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşandan 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya çapemeniyê operasyonên hêzên ewlehiyê yên li welêt û dervayî sînor ên dijî rêxistinên terorê bi serkeftî dewam dikin. 

Hat gotin alîgirên rêxistinên terorê dikarin van operasyonan hincet nîşan bidin û ji ber vê civîn û xwepêşandanan bikin, van çalakiyan provoke bikin û bi tevgerên tundiyê va propagandaya rêxistinên terorê bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin rêxistinên terorê û şaxên wan li ser medyaya civakî ji bo çalakî bên kirin bang dikin, lê ji bo ku rê li ber wan û bûyerên nebaş bên girtin, aştî û aramiya kamuyê bê parastin, sûc neyên kirin, bûyerên tundiyê pêk neyên û planên rêxistinên terorê têk biçin ji bilî merasim û çalakiyên Walîtî destûrê dide li bajêr hemû civîn, meş, xwepêşandan, mitîng, konvegirtin, vekirina standan, greva birçîbûnê, konferans, çalakiya rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, merasim û çalakiyên bi vî rengî ji 19ê Mijdarê saet 00.01î pê va heta 3yê çileya pêşîn saet 23.59î ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE