Walîtiya Mûşê ragihand, civîn, daxuyaniya çapemeniyê û meşên xwepêşandanê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin, operasyonên hêzên ewlekariyê yên li welêt û dervayî welêt ên dijî rêxistinên terorê bi serkeftî didomin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku armanca biryara navborî ew e ku ewlekariya neteweyî û pergala qamûyê were parastin û her wiha rê li provokasyon û bûyerên civakî yên muhtemel were girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji 15ê Tebaxê saet 00.01ê heta 29ê Tebaxê saet 23.59an ji bo 15 rojan çalakiyên wekî mitîng, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vegirtina kon, vekirina stantê, konser, şahî û belavkirina danezanan hatin qedexekirin."AA