Li Mûşê civîna bi gel re

Şaredarê Mûşê Feyat Asya pirsgirêkên gel guhdarîkir.

Li Mûşê civîna bi gel re

Şaredarê Mûşê Feyat Asya ji bo ku xizmetên şaredariyê baştir werin kirin, bi gel re civiya. Pirsgirêkên gel yek bi yek hatin guhdarîkirin.

Li Muşê Şaredar Feyat Asya û rayedarên şaredariyê li taxên bajêr digerin û bi gel re dicivin.

Şaredar û rayedar her hefte diçin taxekê, li wir pirsgirêkên gel guhdarî dikin.

Ji bo xizmetên şaredariyê bi awayekî baştir werin kirin, guh didin pêşniyazên gel.

Asya û ekîba wî vê heftê li taxa Kaleyê bûn. Şêniyên taxê ji vê yekê razî bûn.

Pirsgirêk wê li gorî pêşniyazên gel û derfetên şaredariyê werin çareserkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE