Li Mûşê Fatma Polata 42 salî û dayika 3 jê astengdar 4 zarokan, ji aliyê Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî va weke "dayika salê" hat hilbijartin.
Ayşe Kardaşa Cîgira Midûr a Malbat Xebat û Xizmetên Civakî û personelên pispor çûn mala Fatma Polatê ya li taxa Hurriyetê û çîçek danê.
Fatma Polat weke dayika salê hat hilbijartin û ji bo fedakariyên wê Kardaşê spasiya Polatê kir û got ku ew ji bo Roja Dayikan hatin ziyareta malbatê.
Kardaşê diyar kir ku 4 zarokên dayikê hene û 3 jê astengdar in û wiha dewam kir, "Di vê pêvajoyê da weke sazî em malbatê ji piştgiriyê bêpar nahêlin. Em Roja Dayikan a dayika me pîroz dikin. Dayika me weke roniya çavan zarokên xwe yên astengdar xwedî dike. Di van şert û mercên dijwar da weke sazî em ê timî piştgiriyê bidin malbatê."
Fatma Polatê jî wiha xeberda, "Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî alîkariyê dide me. Ez hem dêtiyê hem bavtiyê dikim. Serbilind im ku weke dayika salê hatim hilbijartin."
AA