Li Mûşê derxistina kartolan dest pê kir

Li Bulanika (Kop) navçeya Mûşê kartolên ku li ser 700 dekarî hatin ajotin tên derxistin.

Li Mûşê derxistina kartolan dest pê kir

Li Bulanika (Kop) navçeya Mûşê kartolên ku li ser 700 dekarî hatin ajotin tên derxistin.

Cotkarên li gundê Kirkgozeya (Kekerlî) navçeyê dest bi derxistina katolên ku ajotibûn kirin.

Samet Aşkinê Midûrê Şaxa Tendirustiya Nebatan û Hilberîna Nebatan çû serdana cotkarên ku kartolan derdixin.

Aşkin daxuyanî da rojnamevanan û got ku hêviya me ew e ku hilberîna kartolan baş be.

Samet Aşkin diyar kir îsal texmîna wan ew e ku qederê 5 hezar kartol bê hilberandin û wiha got: "Kartol li herêma me pere dike. Cara ewil e li qadeke mezin kartol tên ajotin. Hêviya me ew e ku hilberîna kartolan baş be."

Cotkar Rasim Altintaş jî destnîşan kir bereket ji hêviya me zêdetir e û got ku em dibêjin wê encam baş be.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE