Li Mûşê di nîsanê da xebatên paqijkirina berfê

Li rêya Sêmalkan a li 2 hezar û 700 mêtre bilindahiyê ye xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.

Li Mûşê di nîsanê da xebatên paqijkirina berfê

 Li Mûşê ji bo rêya gundê Sêmalkan a ji ber berfê hatibû girtin vekin ekîban dest bi xebatan kir.

Li rêya Sêmalkan a li 2 hezar û 700 mêtre bilindahiyê ye xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.

Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku xebatên paqijkirina berfê yên li texma Çawîştepeyê ew ê di demeke kin da werin temamkirin.

Yentur destnîşan kir ku ekîb hewleke mezin didin û wiha pê da çû: "Ji ber zivistana zor derbas bû vekirina rêya alternatîf bi derengî ket. Em ê bi 4 makîneyên kar va di hefteyekê da xebatên vekirina rêya herêmê temam bikin."

Celal Tumerê ajokarê makîneya kar jî got ku ji ber ba û bagerê berf zehf di ser hev da ketiye û tepisiye ji ber vê em zehmetiyê dikişînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE