Li Mûşê genimê ku cotkar li patosê dixin bi rêgezên kal û bavan li aşên avê tên hêran.
Welatiyên li bajêr bi cotkariyê debara xwe dikin genimê ku ji zeviyan diçinin li aşê avê yê li gundê Kepenekê dihêrin û ji xwe ra dikin ar.
Welatî arê ji aş hildidin dixin tobeyan û ji bo zivistanê amade dikin.
Ercan Korkmazê aşvan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hema bêje 15 roj berê dest bi sezona aş kirin, li herêmê hişkahî heye ligel vê li gor salên berê genimekê toqdihêrin.
Korkmaz got di rojê da kêm û zêde 20 ton genim dihêrin û wiha pê da çû:
"Xêncî em ji bo heywandaran çeh jî hûr dikin. Li gor salên berê ji sedî 300 ceh zêde hûr dikin. Sezona me bi qasî 4 mehan dewam dike. Em sero depoyê 4 lireyî distînin. Aşê me 24 saetan vekirî ye. 20 sal e ez aşvaniyê dikim."
Mehmet Akyolê ji bajaroka Serînovayê hatibû aş jî got li 6 dolim erdî genim ajotibû û wiha axivî: "Min ji zeviyê 105 depo genim bi dest xist. Ev hewcedariya malê dibîne. Îsal ji ber hişkahiyê genim hindik e lêbelê bi qelîte ye. Em zivistanan li malê kêm û zêde 60 debo ar dixin nan."
AA