Li Mûşê hejmara malbatên ji bo zarên xwe li pêşiya avahiya HDPyê çalakiyê dikin derket 8an

Li Mûşê hejmara malbatên ji bo zarên xwe li pêşiya avahiya HDPyê çalakiyê dikin derket 8an

 Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe ya ber bi serê çiyê va dibînin li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiyê xwe ya rûniştinê didomînin û hejmara malbatên çalakiyê dikin jî derkete 8an.

Malbatên piştgiriyê didin dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihîjin zarokên xwe yên PKKyê revandiye çiyê çalakiya rûniştinê dikin li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Mûşê kom bûn û pankartên wekî "Partiya Dijminê Gel", "Hûnê ewladên me bidin", "Ha HDP ha PKK", Tirk û Kurd bira ne, HDP qelaş e" û "Partiya Gel Dixapîne" dan destê xwe.

Malbatên wêneyên zarên xwe û alaya Tirkiyeyê dabûn destê xwe dirûşmeyên dijî HDPyê gotin û bertek nîşanî partiyê dan.

- Ji nûnerên saziyên civakî yên sivîl bo malbatan piştgirî

Endamên Platforma Xwîşk û Biratiyê ya Mûşê piştgirî dan malbatên ku li pêş avahiya bajêr a HDPyê çalakiyê dikin.

Li ser navê endaman Ednan Demir daxuyanî da û got ku HDP û PKKyî vê çalakiyuê tune dihesibînin û wiha domand: "Em ê her gav li cem dayikan cî bigirin. Gelo ewladên wan we bûna we yê çi bikira? Ez wiha bibêjim hûn zarokên xwe li dibistan û zanîngehên herî xweş û baş ên Tirkiyeyê û çar aliyê dinyayê didin xwendin. Li gor we jî êdî bes nîne? Miletê me û Kurd êdî bi vê yekê zanin. Em dibêjin êdî bese."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE