Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 13an

Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 13an

Li Mûşê hejmara malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 13an ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

Malbatên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihîjin zarokên xwe, li ber avahiya HDPyê pankart û dowîzên dijî HDPyê vekirin. Malbatên ku wêneyên zarokên xwe û alaya Tirk bilind kirin, durişmên cuda berz kirin û dowîzên wekî "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Mehmet Zekî Budak ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû ku di sala 2014an da ji Milazgira navçeya Mûşê hat revandin. Budak di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku ew bi îradeya xwe va beşdarî çalakiyê bû.

Budak bal kişand ku ew par li Diyarbekirê beşdarî çalakiyê bû û îro jî li vir beşar bû û wiha dewam kir:

"Ez ji bo kurê xwe hatim vir. Ez ji vir bangî herkesî dikim, netirsin, werin û li zarokên xwe bigerin. Teşkîlata HDPyê ya Milazgirê di 21ê Îlona 2014an da kurê min şand çiyê. Ev 8 sal in ez li kurê xwe digerim. Tu peywendiya me bi HDPyê ra tuneye. Em elhemdilah hemwelatiyên Tirk in. Em di bin alaya Tirk da dijîn. Xwedê kesî bêala û bêdewlet neke. Min kurê xwe bi xweşî mezin kir, şand eskeriyê. Kurê min xaîn nîne, ez xaîn nînim."

Budak axaftina xwe wiha domand, "Çi HDP çi PKK, eynî ne. HDP şaxeke PKKyê ye. Heger HDP nebe, PKK jî nabe. HDP mirovan ji PKKyê ra temîn dike. 8 sal e min dengê kurê xwe nebihîstiye. Ka li jiyanê ye an hatiye kuştin, ez nizanim. Heger kuştibin jî bira hestiyê wî bidin."

Şemsettin Ozcanê ku kurê wî sala 2016an revandin çiyê jî diyar kir ku hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe.

Ozcan got ku heya zarokên wan neyên, ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha dewam kir:

"Ji ber ku me di hilbijartinê da deng neda wan, kurê min revandin. HDPyê kurê min bir û da PKKyê. Ev doza Kurdan nîne, eleqeya van bi Kurdan ra tuneye. Heger dengê me tê we, vegerin werin."

Naciye Sonmez Yildizê jî diyar kir, kurê wê 6 sal berê birin çiyê û wiha axivî, "Ez kurê xwe dixwazim. Osman kurê min, tu li ku bî jî heger dengê min tê te, were. Em 13 malbat li vir kom bûn, em zarokên xwe dixwazin. Kurê min dewlet li cem we ye, vegere were, li wir tiştek tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE