Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 17an

Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 17an

Li Mûşê du malbatên din jî beşdarî wan malbatan bûn ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

Malbatên ku li ber avahiya HDPyê hatin cem hev, pankartên bi nivîsên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin û bertek nîşan dan.

Şerife Guvença ku beşdarî çalakiyê bû, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, ew ji bo ku bigihîje kurê xwe, ew beşdarî çalakiyê bû.

Guvençê diyar kir, 22 sal e ew xeberê ji kurê xwe nastîne û wiha dewam kir, "Kurê min gava wenda bû, destgirtî bû. Me qet xeber nesitand. Ez kurê xwe dixwazim. Kurê min gava li Stenbolê di firûnê da dixebitî wenda bû. Eskeriya xwe kiribû, hindik mabû bizewice."

Ahmet Seyhan jî diyar kir, ev cara ewil e ku ji bo kurê xwe Mehmet Ali Seyhan beşdarî çalakiyê bû û wiha dewam kir, "Kurê min li Stenbolê wenda bû. 30 sal e wenda ye. Sax e an mirî ye, kes pê nizane. Ez li Erebistanê bûm, gava hatim gotin wenda bûye. Paşê êdî me qet xeber jê nesitand."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE