Li Mûşê hejmara malbatên ku li ber avahiya HDPyê ji bo zarokên xwe çalakiyê dikin derket 5an

Li Mûşê hejmara malbatên ku li ber avahiya HDPyê ji bo zarokên xwe çalakiyê dikin derket 5an

 Li Mûşê hejmara malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 5an ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

Malbatên ku piştgirî dan çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê pankartên "Partiya neyarê gel", "Hûn ê ewladên me bidin", "Çi HDP çi PKK", "Tirk Kurd bira ne HDP qeleş e", "Partiya Gel Dixapîne" vekirin.

Malbatên ku alayên Tirk û wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişê berz kirin.

Vê hefteyê bi beşdariya 2 malbatên din va hejmara malbatan derket 5an.

Şemsettin Ozcan ku kurê wî sala 2016an da revandine çiyê, ji rojnamegeran ra diyar kir, ew heta negihîjin ewladên xwe ew ê çalakiya xwe ya li ber HDPyê bidomînin.

Ozcan diyar kir, ew kêfxweş e ku hejmara malbatan hefte bi hefte zêde dibe û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Zarokno hişyar bin, bi gotina HDPyê nekin. HDP we dixapîne. We difiroşe ciyekî din. Ev doza namûsê ye. Ez ji we rica dikim vê HDPyê bigirin."

Dayik Gulbahar Tekerê jî ku kurê wê sala 2014an revandine çiyê, diyar kir ku bi zêdebûna hejmara malbatan dengê wan jî qewîntir derdikeve û wiha axivî, "Ez ji wan natirsim. Ma HDP ji me û ji zarokên me çi dixwaze? Zarokên 10 salî direvînin. Keçno werin teslîm bibin, netirsin. Dê û bav em li vir perîşan in, em digirîn."

Atik Kiliç jî bal kişand ku kurê wî ji hêla HDPyiyan hat xapandin. Kiliç bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Mixtarê gundê Kayadelena Vartoyê Abdulhakim Aktar ku îro beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir, ew ji bo xwîşka xwe beşdarî çalakiyê bû ku sala 1999an hat revandin û ew heta negihîje xwîşka xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE