Li Mûşê hejmara malbatên li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 23yan

Malbatên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe piştgiriyê didin çalakiya dayikên Diyarbekirê vê hefteyê jî çalakî domandin.

Li Mûşê hejmara malbatên li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 23yan

 Li Mûşê 2 malbatên din jî tevlî çalakiya 21 malbatên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin bûn û hejmara malbatan derket 23yan.

Malbatên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe piştgiriyê didin çalakiya dayikên Diyarbekirê vê hefteyê jî çalakî domandin.

Malbat li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê kom bûn û pankartên wekî "Ewladê min bidin min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e ji pêsîra me bikevin", Êdî bes e ewladên me berdin" û "Hûn ê ewladên me bidin" dan destê xwe.

Dê û bavên wêneyên ewladên xwe ji destê xwe daneynîn dirûşmeyên dijî HDPyê gotin û ber tek nîşan dan.

Suheyla Yenîlmeza dayik daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 7 meh e çalakiyê didomînin.

Yenîlmeza ewlada xwe ji HDPyê xwest wiha axivî: "Sumeye qîza min were, di destê terorîstan da nemîne. Tu hatî xapandin û çûyî çiyê. Ji tu kesî netirse, were teslîmî dewletê bibe. Vegere mala xwe. Qîza min li Bidlîsê zanîngeh dixwend. Di sala 2015an da xapandin û birin. Ji wê çaxê vir da xebera me jê tuneye. Guh nadin şilî û berfê nobetê digrim. Bira êdî zarokên me bidin, êdî bes e."

Şahînaz Ozcana dayik jî got hetanî ewladê wê neyê dev ji çalakiyê bernade û wiha pê da çû: "5 sal e kurê min winda ye. Çima nayên halê me napirsin? Ez ji bo ewladê xwe li vê derê me. Hetanî ewladê dawîn jî were em ê çalakiyê bidomînin. Em bûn 23 malbat. Em bi hev ra çalakiyê didomînin."

Îsmaîl Artanê ji bo birayê xwe beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku birayê wî di sala 2014an da li Kuşadasiyê li zanîngehê dixwend hat revandin û wiha axivî: "Em ji dil û can dixwazin ku birayê min were. Çavên me li rêya wî ne. Înşallah were teslîm bibe. Cara ewil e tevlî çalakiyê dibim. Hetanî birayê min were jî ez ê dewam bikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE