Li Mûşê ji bo 3 şaredariyên HDPyê wezîfedarkirin

Li Mûşê di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da şûna Adnan Topçuyê Şaredarê Bulanixê, Dîlaver Kesîkê Şaredarê Bajaroka Erentepeyê û Ulku Karaaslan Baytaşa Şaredara Vartoyê da wezîfedarî hat kirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Mûşê dimeşîne da Adnan Topçuyê Şaredarê Bulanixê, Dîlaver Kesîkê Şaredarê Bajaroka Erentepeyê û Ulku Karaaslan Baytaşa Şaredara Vartoyê da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatibûn binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor Xala 127an a Qanûna Bingehîn û Xala 47an a Qanûna Şaredariyan ya bi hejmara 5393yan û tesdîqa Wezareta Karên Navxweyî va Topçu, Kesîk û Baytaş ji wezîfeyê hatin hildan, li gor Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 45 û 46an di dewsa wan da ji bo 3 şaredariyan wezîfedarî hat kirin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku di şûna Şaredar Topçu û Kesîk da Qaymeqamê Bulanixê Mehmet Îlîdî, di şûna Şaredar Baytaşê da jî Qaymeqamê Vartoyê Ertugrul Avci wekî "wekîlê şaredar" hatin wezîfedarkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE