Li Mûşê jimara malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji rêxistina terorê xelas bikin derket 32yan

Li Mûşê jimara malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji rêxistina terorê xelas bikin derket 32yan

Li Mûşê jimara malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin û li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dikin, derket 32yan.

Bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, dayikên Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ji bo piştgiriya vê çalakiyê malbat her çarşem li pêşiya Serokatiya Bajarê Mûşê ya HDPyê dicivin.

Malbat li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê li hev civiyan û pankartên ku tê da "Partiya dijminê gel", "Hûn ê ewladên me bidin me", "Ha HDP ha PKK", "Tirk û Kurd bira ne, HDP qeleş e", "Partiya ku gel dixapîne", "Ewladê min bidin min", "Dayik li ber xwe didin", "Êdî bes e, ji pêsîra me derên", "Êdî bes e ewladên me berdin" nivîsandine, vekirin.

Malbat bi wêneyên zarokên xwe va bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin.

Zubeyde Akkoyuna ku bi hêviya bigihêje kurê xwe, nû beşdarî çalakiyê bû. Akkoyunê diyar kir, kurê wê di Zanîngeha Erzincan Bînalî Yilidirim da dixwend, lê 7 sal e haya wê ji kurê wê tuneye.

Ji bo ku ewladê wê teslîm bibe Akkoyunê bangî ewladê xwe kir û wiha got, "Kurê min taştê xwar û ji malê derket û êdî venegeriya. Kurê min heke tu dengê min dibihîzî, li ku derê bî were. Min pir bîra te kiriye. Ez, bavê te, birayên te em li benda te ne. Heke tu ji min hez dikî were."

Naciye Sonmez Yildiza dayik jî diyar kir ku 53 hefte ne ew li pêşiya HDPyê nobeta ewladan digirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE