Li Mûşê jimara malbatên ku seba zarokên xwe li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 12an

Li Mûşê jimara malbatên ku seba zarokên xwe li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 12an

Li Mûşê jimara malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin û li ber avahiya serokatiya bajêr a HDPyê hefteyê rojekê çalakiya rûniştinê dikin, zêde bûn. Du malbatên din beşdar bûn jimara malbatan derket 12an.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte li ber avahiya HDPyê tên cem hev, pankartên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin.

Mustafa Gorenê ku beşdarî çalakiyê bû, got ku birayê wî di sala 2013an da li Çorluya navçeya Tekirdagê hat xapandin û revandin.

Goren diyar kir, ew heta bigihêje birayê xwe, wê çalakiyê bidomîne û wiha dewam kir, "Birayê min were, xwe bispêre hembêza bişewqet a dewletê. Em li benda te ne. Dayika me ya pîr êdî tamîş nabe. Berî ku bimire were bira te bibîne. Dewleta me wê di her mijarê da bibe alîkarê we. Netirsin û bi kesî bawer nekin. Dewlet wê we xelas bike. 8 sal e ku me ji birayê min tu xeber hilnedaye. Heta birayê min neyê ez peyê wî bernadim."

Pinar Aslana ku seba kurê xwe nû beşdar bûye jî got ku kurê wê hê 12 salî bû, ew revandin û 8 sal in ew tu xeberê jê hilnadin.

Aslanê got ku ew xeyala wê roja ku wê bigihêje kurê xwe dike û wiha dewam kir, "Çawa xapandine ez nizanim. Ez dixwazim kurê min were. 8 sal e ez lê digerim, nabînim. Min tu xeber jê hilneda. Em dixwazin bigihêjin zarokên xwe. Ji îro pê va vê derê an jî Diyarbekir, ku dibe bira bibe, ez ê herim û beşdarî çalakiyê bibim. Meriv ji bo ewladê xwe her tiştî dike."

Ji dayikan Naciye Sonmez Yildizê jî got ku kurê wê wexta ku li Tetwana navçeya Bidlîsê dixwend, hat xapandin û revandin.

Yildizê kurê xwe ji HDPyê xwest. ûwiha got, "Kurê min teslîmî dewletê bibe. Êşkence tuneye. Li vê derê her tişt baş e. Jiyana wê derê pûç e. HDPyê hûn xapandin. Dewleta me wê bibe alîkar û kurê min bîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE