Li Mûşê kesên ji ber bagerê asê man hatin xelaskirin

Li Mûşê kesên ji ber bagerê di wesayîtên xwe da asê man hatin xelaskirin

Li Mûşê kesên ji ber bagerê  asê man hatin xelaskirin

 Li Mûşê kesên ji ber berf û bagerê di rê da hundirê wesayîtên xwe da asê man ji hêla tîmên berfê paqij dikin va hatin xelaskirin.

Li bajêr welatî û şofêran ji ber berf û bagerê zehmetî kişandin.

Li xaçerêya Çataxê ya li ser rêya Bostankendê ya 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr ji ber berf û bagerê 30 kes di hundirê 15 wesayîtan da asê man.

Piştî ku welatiyan cab dan tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ew hatin cihê bûyerê.

Tîm qasî du saetan xebitîn û rê hat vekirin.

Welatî Necat Taş ji rojnamevanan ra daxuyand dema ew diçûn Mûşê berfê dest pê kir.

Taş wiha axivî: "Ji bo ziyareta nexweşan em bi rê ketin. Ji ber bagerê em di berfê da asê man. Qasî 2 saetan em bendê man ku me xelas bikin. Tîm gihîştin alîkariya me. Em ê dewam bikin, lê ji ber bagerê çav çavan nabîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE