Li Mûşê cara ewil kooperatîfa jinan hat avakirin. Kooperatîfa ku ji aliyê 7 jinan ve hat avakirin wê bi sebze û fêkiyên organîk berheman çêke û bifiroşe.
Jinên Mûşê dest dan hev û ji xwe re kooperatîfek ava kirin.
7 jinên ku ji Walîtiyê piştgirî wergirtin, ji bo hilberîna berhemên organîk ên herêmê dest bi xebatê kirin.
Jinên ku ji sebze û fêkiyên li herêmê tên çandin berhemên organîk çêdikin, him ji bo tenduristiyê him jî bi bihayên xwe yên erzan ji bo îdare û debara welatiyan dixebitin.
Endamên kooperatîfê dixwazin ku xwarin û berhemên organîk ên Mûşê bi Tirkiyeyê jî bidin nasîn.