Li Mûşê kursa tevnê

Jinan di 8 mehan de 7 berik çêkirin...

Li Mûşê kursa tevnê

Li Mûşê jin elaqeyek mezin nîşanî kursa tevnê didin. Bi saya vê kursê jin him ji malê derdikevin him jî hînî meslekekî dibin.

Xalîçeyên fabrîkeyê û merşên modern êdî li her malê ne.

Lê jinên Mûşî dixwazin wekî berê, bi destên xwe berikan çêkin.

Di kursa Perwerdeya Gel de 16 jin diçin kursa tevnê.

Hin ji wan motîfên klasîk hin ji wan jî motîfên modern çêdikin.

Jin bi saya van kursan him çand û hunera herêmî didomînin him jî hînî meslekekî dibin.

Kurs ev 8 meh in dewam dike.

Jinan heta niha 7 merşik çêkirine.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE