Li Mûşê xebatên ji bo lêgerîna xwendekara lîseyê ya 4 roj berê ketibû Çemê Ava Reş û bi ro da çûbû dewam dikin.
Yagmur Ozkana (17) xwendekara Lîseya ÎMKByê ya li Mûşê pêr êvarê ji ser pireya li ser Çemê Ava Reş da ket û bi ro da çû. Xebatên lêgerîna xwendekarê di roja 4yan da dewam dikin.
23 xozneberên wezîfedarê midûriyetên ewlekariya Bidlîs, Elezîz, Adiyeman û Wanê, ekîbên AFADê yên Wan û Mûşê, ekîbên UMKEyê û agirkujiyê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz der barê xebatan da agahî da û diyar kir ku 4 roj e keçik winda bûye.
Gunduzoz destnîşan kir ku ekîbên ewlekarî, AFAD û cendirmeyan û ekîbên ji dervayê bajêr hatine xebatên lêgerînê didomînin û wiha pê da çû:
"Înşaellah em ê xebereke baş bidin. Ya rastî qadeke berfireh e, li qada 4 kîlomêtroyî geriyan, li qada 3 kîlomêtroyî jî digerin. Piştî Çemê Avara Reş em ê li Çemê Muradê jî bigerin. Li vê derê bi drone, xozneber û botan va ekîb xebatan didomînin. Ekîbên me amade ne. Înşaellah careke din bûyereke wiha çênebe. Hetanî bibînin em ê xebatan bidomînin."
Walî Gunduzoz paşê li ber dilê Necmettîn Ozkanê bavê keçikê yê li herêmê li benda qîza xwe da.
Ozkan ji ekîbên xebatên lêgerînê didomînin ra sipas kir û got dixwaze qîza wî were dîtin.
AA