Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte roja çarşemê li ber avahiya HDPyê tên cem hev, pankartên "Partiya Dijminê Gel", "Çi HDP çi PKK", "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin. Beşdara çalakiyê Gulbahar Tekerê jî meşiya avahiya HDPyê û bertek nîşan da.

Şemsettin Ozcanê bav ji rojnamegeran ra diyar kir, ew dixwazin ku li herêmê malbatên ku zarokên wan hatin revandin, çalakiya xwe ya li ber HDPyê bidomînin.

Ozcan bal kişand, yên ku li çiyê bi terorîstan ra tên cem hev, paşê di Meclisê da dibin parlamenter û wiha got, "Havîn zivistan em ê çalakiya xwe ya li ber HDPyê bidomînin. Xwedê belaya wan bide. Çima zarokên me direvînin. HDP zalim e. PKK jî mîna HDPyê ye. Xwelî li serê wan. Eskerê me, polêsê me çavên me ne, zarokên me ne. Di nava me da kesekî xerîb tuneye."

Beşdarê çalakiyê Umit Ozcan jî diyar kir ku birayê wî ji hêla HDPyê bo çiyê hat revandin.

Ozcan diyar kir ku heya birayê wî neyê, ew ê çalakiyê bidomîne û wiha got, "Birayê min heke dengê min tê te were, bireve were. Ew der ne ciyê te ye. Ciyê te Komara Tirkiyeyê ye. Teslîmî dewleta me, eskerê me, polêsê me bibe."

Gulbahar Tekerê jî got ku ew ji bo zarokên xwe di sir û seqema zivistanê da çalakiyê dikin û wiha bangî kurê xwe kir, "Kurê min ez li hêviya te me. Ez natirsim. Kurê min ez û birayê te em nexweş im, were xwedî li me derkeve."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE