Li Mûşê, ji malbata Aykanê 4 kes nexweş ketin û hatin rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku zarokekî jiyana xwe ji dest daye tedawiya 3 kesan jî dewam dike. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gundê Dumlusuya Mûşê, ji malbata Aykanê 4 kes nexweş ketin û hatin rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku dayik Seher Aykan û 3 zarokên wê; Özlema 3 salî, Resulê 11 salî û Elifa 5 salî û pismamê zarokan Bilal Aykanê 6 salî nexweş ketine û hatine rakirin nexweşxaneyê.
Özlem Aykana 3 salî tevî hemû midaxeleyan xilas nebû û jiyana xwe ji dest da.
Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku malbata Aykanê bi jeherê ketiye. Tîmên AFAD û tenduristiyê li mala wan lêkolîn kirin.
Herî dawî ji xwarinên malê nimûne hatin girtin û li ser wan lêkolîn tê kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.