Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin

 Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihêjin zarokên xwe, li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Mûşê pankartên "Partiya neyarê gel", "Hûn ê ewladên me bidin", "Çi HDP Çi PKK", "Tirk Kurd bira ne HDP qeleş e", "Partiya Gel Dixapîne" vekirin.

Malbatên ku alayên Tirk û wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin û bertek nîşanî endamên partiyê dan.

Şahinaz Ozcana dayik ji rojnamegeran ra got ku ev çend meh in ew çalakiya xwe didomînin û heta ku ew negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Ozcanê bal kişand ku hefteya çûyî malbateke din jî gihîşt zarokê xwe û wiha dewam kir, "Em zehf şa bûn ku ew zarok teslîm bû. Înşelah zarokên me jî dê werin. Xwedê ji dewleta me ji polêsên me razî be, alîkariya me dikin. Înşelah zarokên me jî dê çalakiya me ya vê derê bibînin û werin. Hefteya çûyî ciwanekî diya xwe ya di çalalkiyê da dît û hat teslîm bû. Çalakiya me ya vê derê encam da."

Gulbahar Tekera 65 salî jî ku kurê wê sala 2014an revandine çiyê, diyar kir ku ew ji kesî natirse û ew bibiryar e ku çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Zarokek hat teslîm bû û mîna ku hemû zarok hatin û teslîm bûn, em ewqas zehf şa bûn. Heta em bigihîjin zarokên xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Tirsa min ne ji PKKyê û ne jî ji HDPyê heye. Kurê min were teslîmî dewletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE