Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin

Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên Teker, Ozcan û Yenilmez ên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihêjin zarokên xwe, li ber avahiya HDPyê pankartên "Partiya neyarê gel", "Hûn ê ewladên me bidin", "Çi HDP çi PKK", "Tirk Kurd bira ne HDP qeleş e", "Partiya Gel Dixapîne" vekirin.

Malbatên ku alayên Tirk û wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin û bertek nîşanî endamên partiyê dan.

Şemsettin Ozcan ku kurê wî sala 2016an da revandine çiyê, diyar kir ku ew heta negihîje kurê xwe ew ê çalakiya xwe ya li ber HDPyê bidomîne.

Ozcan diyar kir ku ew beşarî çalakiyên li Mûş û Diyarbekirê bû û wiha axivî, "Ez kurê xwe dixwazim. Min mezin kir û anî emrekî. Alayeke me tenê heye, ew jî alaya Tirk e. Dewleta me yek e, Xwedê hêzê bidê. Ka HDP û PKK çi ji me dixwaze. HDP dibêje ku ew ji me aciz in. Heger hûn ji me aciz in, zarokên me bi paş da bidin. Tu zarokên xwe didî ber xwendinê, yên me jî dişînî çiyê."

Gulbahar Tekera dayik jî ku kurê wê sala 2014an revandine çiyê, diyar kir ku ew 2 salan beşdarî çalakiya li Diyarbekirê bû û wiha dewam kir, "Ez çalakiya xwe li Mûşê didomînim. Ez heta kurê xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim. Kurê min birîndar e, bêbav e, ez jî nexweş im. HDP bira zarokên me bîne. Ez ji kesî natirsim, ez ê çalakiya xwe bidomînim.

Suheyla Yenilmezê ku keça wê 2015an revandine çiyê jî wiha axivî, "Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Heta neyê ez ê ji vir ranebim. Bira keça min bînin. Keça min sala 2015an gava li Bidlîsê dixwend, revandin. 6 sal e ez li keça xwe digerim. Ka bi çi heqî keça min birin. Ez li Diyarbekirê jî çalakiya xwe didomînim."

Platforma Biratiyê ya Mûşê jî piştgirî da malbatan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE