Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Mûşê di encama operasyona dijî malekê de hejmarek gelek berhemên dîrokî desteser kirin û kesek binçav kirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê tesbît kirin K.Kyê ku li taxa Karşiyakaya navendê rûdine qaçaxiya berhemên dîrokî dike.
Di encama lêgerîna li mala gumanbarî de, 2 sîkeyên zêrîn ên serdema Osmanî û Bîzantiyan, 2 hezar û 294 sîkeyên zîvîn ên serdema Bîzantiyan, 2 hezar û 494 sîkeyên bronzî yên serdema Bîzantiyan, 3 peykerên bronzî, 2 şûşeyên rondikan, 2 gerdeniyên zîvîn, kembereke zîvîn, 2 peykerên ku di nava wê de fîgurên jinan tê de ne û di nava çarçoveya bronzî de fîgura firewn, 3 objeyên dîrokî, mêzêneke destan a bronzî ya serdema Osmaniyan û qedeheke bronzî hat desteserkirin.
K.Kyê gumanbar hat binçavkirin.
AA