Li Mûşê 3 gumanbarên ku dixwast Tewrata di destê xwe da bi milyonek û 250 hezar dolarî bifroşin, bi destê cendirmeyên ku weke kiryar tevgeriyan, hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr û Fermandariya Cendirmeya Navend ji bo qaçaxcîtiya berhemên dîrokî xebata îstixbaratê meşand.
Di çarçoveya xebatê da dijî kesên ku dixwastin Tewrateke li gor nirxandinê dîrokî ye, bifroşin, operasyon hat kirin û wiha hat gotin:
"Fermandariya Cendirmeya Navend a Bajêr agahî hilda ku li herêma dikeve berpirsiya wan kesên gumanbar dixwazin bi milyonek û 250 hezar dolarî Tewrateke di destê xwe da bifroşin û li kiryaran digerin. Bi destûra Dozgeriya Komarê bi van kesan ra wek kiryar têkilî hat danîn û di operasyonê da 3 gumanbar hatin girtin û Tewrat jî hat bidestxistin. Li mala gumanbaran lêgerîn hat kirin û 25 sîke, gustîl, dedektor û kûzik hatin bidestxistin."AA