Li Mûşê xwendekarên lîseya meslekî ji bo xizmetên tûrîzmê tên perwerdekirin. Ji pêşwaziya tûrîstan heta xizmetên odeyan, ji qeyda tûrîstan heta xwarin û vexwarinan gelek tişt bi wan tên hînkirin.
Ji bo xizmetên tûrîzmê baştir bibin, hewce ye ku personelên vê sektorê çêtir werin perwerdekirin.
Li Mûşê bi vê armancê perwerde didin xwendekarên lîseya meslekî.
Xwendekar yek bi yek hînî çêkirina nivînan dibin...
Li ser kompîturê qeydên mêvanan çêdikin...
Çêkirin û xemilandina xwarin û vexwarinan jî di sektora tûrîzmê de gelek girîng e.
Rê û rêzikên servîsa xwarinan, ji aliyê nezaketê ve hewce ye.
Ji bo tûrîzmê ev hemû hewce û girîng in.
Û ji bo pêşketina tûrîzmê xwendekar tên perwerdekirin.
Ji bo perwerdeyê xwendekar diçin derwelêt jî.
Bi saya van perwerdeyan xizmetên tûrîzmê baştir dibin.